Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی (@brahimaluci) header
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی (@brahimaluci) profile picture

Jiyan bi kurdî xweş e. ژیان ب کوردی خوەشە زمانی ئێمە شەرەف و نامووسی ئێمەیە Zimanê me, şeref û rûmeta me ye گوندێ ئالووجا، ئۆمەریا، مێردین

Gundê Alûca, Omerya, Mêrdîn
Joined March 2017
Photo by Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی (@brahimaluci)Photo by Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی (@brahimaluci)Photo by Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی (@brahimaluci)Photo by Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی (@brahimaluci)Photo by Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی (@brahimaluci)Photo by Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی (@brahimaluci)Photo by Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی (@brahimaluci)Photo by Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی (@brahimaluci)Photo by Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی (@brahimaluci)Photo by Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی (@brahimaluci)
Mirovê pîs namire. Bi mirovê xayîn re megere. Çavê reş ne hewceyî kilê ye. Beza hespê, namûsa siwarê xwe ye. Kurmê darê ne ji darê be, dar nakeve. Gotinên pêşiyan Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
🤖 Made with AI
1
1
9
106
@grok Ev gotinên pêşiyan (peyvên pêşiyan) yên Kurdî ne, û hemû li ser dilsozî, xayîntî û pêbaweriyê ne. Bi kurtasî: "Mirovê pîs namire": Mirovê xirab zû nemire; xirabî mirovan dixe nav jiyaneke dirêj, û ew ji xelkê re dibe bela. "Bi mirovê xayîn re megere": Bi kesê xayîn re mehevse û hevaltiyê neke, ji ber ku ew dikare te jî bifiroşe an bixapîne. "Çavê reş ne hewceyî kilê ye": Mirovê ku bi xwezayî xweşik an bi rûmet e, ne hewceyî xemilandin û xwe-xweşkirinê ye; qedr û qîmeta rastîn ne ji derve ye. "Beza hespê, namûsa siwarê xwe ye": Hesp çiqas bi rêve be, wê rûmeta siwarê xwe biparêze; yanî heval, xizmetkar an hevalbend divê ji kesê ku wî diparêze re dilsoz bimîne. "Kurmê darê ne ji darê be, dar nakeve": Dar tenê dema ku ziyan ji hundir were dikeve; yanî xetereya herî mezin ji nav xwe, ji xayînên hundirîn tê, ne ji dijminê derve. Mijara giştî: Hemû li ser girîngiya dilsoziyê, hişyarbûna li hember xayîniyê û ew rastiyê ne ku ziyana herî mezin gelek caran ji nav malbat, civak an hevaltiyê tê.
1
1
7
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Replying to @brahimaluci
Na, na, Mamoste. Kurd ne evqas xerab in. 😊 Rabûn û rûniştin a Kurdan ji tevger a gelên din yê bindest ne gelekî cûda ye. Bindestî nexweşîyek gelekî dijwar e. Silav û rêz.
17
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Ji Hejmara 22an A The Raising of Kurds JI EVÎNA ROJÊN KEVIN EZ Û MIHEMED ARÎF CIZÎRÎ Konê Reş nivîsî✍️ 📍theraisingofkurds.com/ji-evi… #mihemedarifcizîrî #lehengênkurd #magazine #kurdish #london
🤖 Made with AI
2
4
101
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Ku: Tirliyê çavzer Lat: Burhinus oedicnemus En: Eurasian Stone-curlew Tr: Kocagöz Bismil
2
4
1
47
630
Reftara hevpar (collective behaviour): Awayê tevgerê yê komekê; gava gelek kes bi heman rengî tevdigerin, mînak girseyek di xwepêşandanê de. Navê hevpar (collective name): Navekî ku ji bo komek tiştan an kesan tê bikaranîn, ne tenê takekesek, mînak "keriyek", "komek". Derhişiya hevpar (collective unconscious): Têgeha Carl Jung; qatê derûnî ya kûr a ku hemû mirov parve dikin, bi arketîp û sembolên hevpar. Bîra hevpar (collective memory): Tiştên ku civakek bi hev re tîne bîra xwe, wekî dîrok, trawma û kevneşopî. Hişê hevpar (collective intelligence): Aqilê ku ji hevkariya gelek kesan derdikeve û ji hişê tekane zêdetir e. Şîkara hevpar (collective dynamics): Şîkara komê; çawa takekes di nav komê de bandorê li hev dikin. Têbînî: "şîkar" bi gelemperî wateya nêçîrê dide, ji ber vê yekê "şîkara hevpar" dê rasttir be. Nivîsera hevpar (collective author): Nivîskarekî komî an gelek kesên ku bi hev re berhemek nivîsandine. Hewla hevpar (collective effort): Keda ku gelek kes bi hev re ji bo armancekê dikin. Zanîna hevpar (collective knowledge): Zanyariya ku ji aliyê komek an civakekê ve tê parvekirin û hilanîn. Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
1
6
2
11
302
@grok Ev nivîs lîsteyek ji têgehên "hevpar" (collective) e, bi wateyên wan ên bi Kurdî. Hemû li ser yek fikrê ne: tiştên ku komek an civakek bi hev re parve dike, dike an çêdike, ne takekesek. Têgeh dikarin li çend beşan werin dabeşkirin: Tevger û têkilî: reftara hevpar (tevgera girseyê), şîkara hevpar (çawa takekes di nav komê de bandorê li hev dikin). Hiş û zanîn: derhişiya hevpar (Jung), hişê hevpar (aqilê komê), zanîna hevpar (zanyariya parvekirî). Bîr û dîrok: bîra hevpar (dîrok, trawma, kevneşopî). Ziman û berhem: navê hevpar (wekî "kerî", "kom"), nivîsera hevpar (gelek nivîskar). Kar: hewla hevpar (keda bi hev re ji bo armancekê). Têbîniya li ser "şîkar" jî rast e: "şîkar" bi gelemperî nêçîrê tîne bîra mirov, ji ber vê "dînamîka hevpar" an "tevgera komê" dibe ku ji bo "collective dynamics" bêtir guncav be.
1
3
1
6
95
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Bijî Kurd, Kurdî û Kurdistan.
1
5
18
386
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Replying to @brahimaluci
Çi fêde? Lê dîsa jî, ev nîşana azadiya hundurîn û lihevhatina bi xwe re ye. Lê di vê serdemê de kesên ku dengê xwe dernaxin nayên dîtin. Ji ber vê yekê, divê em hinekî din bi biryar bin û mafê xwe biparêzin; ji bo vê jî divê em dengê xwe bilind bikin. Li gorî min :)
1
2
3
62
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Replying to @brahimaluci
Rast e, Kurd di vê mijarê de mixabin gelek mutewazî ne.
1
2
4
80
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Nezîreya Şox û Şengê Nezîre ji zimanê erebîyê tê. Wateya wê ya ferhengî hinkûf, deng, wekok e. Di îstîlahê de dema helbestvanek helbesteka helbestvanekî dî ko jê hez dike deyne li ber xwe û bi heman awa, beşavend, pîvan û redîfê helbesteka dî çêbike ji bo wê helbestê “nezîre” tê gotin. Nezîre ji wêjeya farsê derbasî wêjeyên dî bûye. Nezîreyên ko ji boyî tinazê, tinazpêkirinê jî hene. Ji nezîreyên bi vî rengî re “tehzîl” yan jî “hezl” tê gotin. Her çiqas ne heddê min jî be ko ez di der barê qesîdeyên Mewlana de behsa nezîreyê jî bikim, lê ji ber evîna min ya di der barê wî de bêhemdê xwe weke “nezîre” hin peyv ji devê min derketin. Heke ev peyvana wek nezîre bêne navdan pêwîst e wê hingê ez lêborîna xwe ji giyanê cenabê Mewlana bixwazim û jê re bibêjim ko: “Seyda, ji ber ko ez gelik ji te hez dikim, destûrê bide min ko hin peyvên min yên bêqedr li cem yên te bin, dibe ko Xwedê min bide xatirê te.” Ez ê serê pêşî qesîdeya Mewlana Cizîrî pêşkêş kim, pişt re nezîreya xwe ya ku min li ber wê amade kiriye. Şox û şengê zuhrerengê Dil ji min bir, dil ji min Awirên heybetpilingê Dil ji min bir, dil ji min Wê şepalê miskê xalê Dêmdurê gerdenşemalê Cebheta biskan sema lê Dil ji min bir, dil ji min Zulf û xalan nûn û dalan Wan ji min dil bir bi talan Goşeyê qewsê hilalan Dil ji min bir, dil ji min Dêm nedîrê bo ‘ebîrê Xemrî û gîsû herîrê Sîne kir amancê tîrê Dil ji min bir, dil ji min Surşirînê nazenînê Kuştim û nakit yeqînê Wê bi çengala evînê Dil ji min bir, dil ji min Fetl û taban da xuraban Ebleq û cohtê şebaban Dame ber pence û kulaban Dil ji min bir, dil ji min Xweşxeramê ez xulamê Nazikê şîrînkelamê Tûtiya eywanmeqamê Dil ji min bir, dil ji min Mahirûyê miskiboyê Surpilingê şêrixûyê Wê bi zulfa şubhê goyê Dil ji min bir, dil ji min Herdu weşman naz û xeşman Kê ji ber wan ‘eql û hiş man Sa’eta min dî bi çeşman Dil ji min bir, dil ji min Mahitabê afitabê Dêm ji roj û şeb niqabê Xweş bi çengal û kulabê Dil ji min bir, dil ji min Serwinazê serferazê Şubhê zêr remza mecazê Dame ber çakûç û gazê Dil ji min bir, dil ji min Bejn û bala tûx û ‘ala Min kirin vêk ra mutala Çîçeka terhîn-i wala Dil ji min bir, dil ji min Mîrê xazî şîrê tazî Vêk-i ran min dî bi bazî Kir li me j’ xeflet ve gazî Dil ji min bir, dil ji min Şîr û xişt in zulf û qişt in Hin veşarin hin vehiştin Pehlewanan dest vemiştin Dil ji min bir, dil ji min Rohniya çehvên Melayî Ew tecellaya te dayî Ya ji Ehmed dil revayî Dil ji min bir, dil ji min Nezîreya Min Wê delalê, çaf-xezalê, Dil ji min bir, dil ji min. Hûrîya sahib-cemalê, Dil ji min bir, dil ji min. Ez vebestim, girtî destim, Wê dema bo dîtnê xwestim, Teşbîhê dûpişkê gestim, Dil ji min bir, dil ji min. Berzelingê, zîvî-singê, Dil-kuça hişkûbiringê, Wê bi bimba û tifingê, Dil ji min bir, dil ji min. Şubhê şêran, tevr û bêran Mal li min wê kirye wêran, Hem bi şûr û tîr û kêran, Dil ji min bir, dil ji min Xwîn-şirînê, l’şaneşînê Zulf bi helqe çîn bi çînê, Ez kirim Mem ew xwe Zînê, Dil ji min bir, dil ji min. Min ji meylê, kirye weylê Rondikên min şubhê seylê, Dilbera teşbîhê Leylê, Dil ji min bir, dil ji min. Wê emîrê, zulf-herîrê, Sahiba text û serîrê, Em neanîn qet li bîrê, Dil ji min bir, dil ji min. Ya bisawir, şubhê lawir, Nêrî min herwekî gawir, Ew dema da min wê awir, Dil ji min bir, dil ji min. Bêhnî-mawer, ew dilawer, Kuştim û hêj nake bawer, Rû wekî şemsa di xawer Dil ji min bir, dil ji min. Wê ji kerbê, danî derbê, Hem bi talîm û bi cerbê, Wek ketî nav ceng û herbê, Dil ji min bir, dil ji min. Wê cebînê, reng-qinînê Kirme şubhê har û dînê Wê kena wek hingivînê, Dil ji min bir, dil ji min. Xuy-firingê, sing bi singê, Hate min her wek pilingê Wextê şûr rakir wê hingê Dil ji min bir, dil ji min. Nav ziravê, kim silavê Nayêt ew zêr û diravê. Bêhn ji mawerd û gulavê. Dil ji min dil ji min. Dêm ji nûrî, ez bigorî, Sen’eta wî Rebbê Jorî, Ya qirik mercan û morî Dil ji min dil ji min. Bejn û balê, ket xiyalê Xunçe-leb hem dêm-bixalê, Ya bi umrî çarde salê, Dil ji min bir, dil ji min. Wê kubarê, cilwedarê, Din-bira dîtin-hezarê, Kuştim û nabêje “jarê!” Dil ji min bir, dil ji min. Ku bi rêket, ew milêket Gul bi deste deste jêket, Wê dema çavê mi pêket Dil ji min bir, dil ji min. Xanûmanê, bêîmanê, Qadirî xist êş û janê, Dilbikul da ber nîşanê, Dil ji min bir, dil ji min. ------------------------------- Seyda min nezîreya te xwend. her carî seet xweş min gelekî eciband. bi rastî ku berya niha ew helbest nexwendibana min ê gotibana ev jî dewama hesbesta Melê ye. bi xatirê te... Ekrem Osman Dest xwesh bin mamoste!.
1
4
6
285
Dibêjin, Cat Stevens (Yûsif Îslam) gotiye: “Berî ku ez bibim misilman, ku min misilman nas bikirana, ez ê qet nedibûma misilman.” Bi heman awayî, kurdbûn jî di nav kurdan de pir zor û zehmet e. Hemû sazî, dezgeh û partî xwe nûnerê rastî yê kurdan dibînin, serok û rêberê xwe jî weke pêxemberê kurdan dibînin û di xwe de wî mafî dibînin ku yên ne li ser fikr û ramana wan û serokê wan nin; wan weke cahş û xayîn bi nav bikin. Henek, qerf û tinaziyên xwe bi şêx û holdarî (terîq û terîqat) û mirîdan (peyrew) dikin, lê bi sedan carî ji wan xerabtir in. Dinya û alem serok û rêberên xwe dikin qurbana welatê xwe, em welatê xwe dikin qurbana serok û rêberên xwe. Serokê xelkê ji bo gel (milet) e, lê li cem me gel ji bo serok e.
3
8
2
29
558
@grok Ev nivîs di bingeha xwe de rexneyeke tûj li raman û hizra siyasî û rêxistinî ya nav kurdan e. Têkeliya fikr û ramanên wê wiha ye: 1. Gotina Cat Stevens wekî mînak Cat Stevens dibêje ku ew bi dîtina misilmanên xwe, ne bi xwendina Quranê, dê ji Îslamê dûr bikeve. Nivîskar vê wekî analojî bi kar tîne: wekî ku tevgera misilmanan dikare mirov ji Îslamê dûr bixe, tevgera kurdan jî dikare mirov ji kurdbûnê dûr bixe. 2. Rexneya sereke: tekez û dogmatîzm Her sazî, partî û dezgeh xwe "nûnerê rastî" yê kurdan dibîne. Serokan wekî pêxember dibînin, yên ku bi wan re nakokin jî bi "cahş" û "xayîn" tînin ser ziman. Ev kes henekê xwe bi şêx û mirîdan dikin, lê bi xwe jî heman tişt dikin, hetta xerabtir. 3. Berevajîbûna bi miletên din re Miletên din serok û rêberên xwe dikin qurbanê welat, lê kurd welat dikin qurbanê serokan. 4. Encam Serok divê ji bo gel be, lê li cem kurdan gel ji bo serok e. Kurteya kurt: Nivîskar tiştê ku wekî "ola serokperestiyê" û berpirsyartiya tune ya nav siyaseta kurdî dibîne rexne dike: dogmatîzm, hevdu xayînkirin, û girêdana kor bi kesan, ne bi welat û gel.
1
4
4
74
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Gunehê me Kurdan çi ye Xwedê! Tu her tim tofanê bi ser me de dibarînî.. #hewlêr #هەولێر
2
7
126
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
KESKESORA KURDÎ Edebîyat ber, bereket û tesediqa zimên e... ...esas bigirin şîyîra Kawa Nemir alî taybetîyên şîyîra modern ve ji a Berken Bereh, Ajen Arî û Rênas Jîyan pêşdetir û balkêştir e. substack.com/@cihanroj1/note… cihanroj2.blogspot.com/2026/…
3
6
175
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Bi qupîna tivinga yekemîn re Pîrekan lîland û min qîr kir: Gundîno rabin serhildan e... Piştî ku me diyarê li pêşiya mala derbas kir Em li çi binerin! Di navbera du êlan de şer û kuştin û talan e... Ferhadê Içmo (1960-2017)
6
20
373
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
5
14
374
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Fêrîkê Ûsiv Payîza e’mir
1
5
42
581
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Dema ku gaza metanê ji kontrolê derdikeve! Em herin cem nûçegihanê xwe🎙️🤓 #zaroktv #kurmancî #zimanêkurdî #xwezayaxirab
5
55
756