Official Twitter Account for the Women's Defense Units (#YPJ)

Rojava (Syrian Kurdistan)
Joined August 2014
Ji bo Raya Giştî û Medyayê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ku di têkoşîna li dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê de xwedî dîrok û sekneke girîng e, derbarê geşedanên dawî û pêvajoya nû de berî her tiştî gelê me û paşê raya giştî agahdar dike: Di çarçoveya hewldanên ji bo pêkanîna aramiya herêmê û avakirina paşerojeke ewle de, nîqaş û nirxandinên li ser pêvajoya entegrasyonê berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de, YPJ wekî hêzeke xweser û taybet cihê xwe digire. YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, di heman demê de sembola îrade û ked a jinê ye. Ji ber vê yekê, derbarê hûrgiliyên beşdarbûnê û rola YPJ’ê ya di avaniya nû de, li ser bingeha parastina nasname, ezmûn û destkeftiyên jinan, nîqaşên berfireh berdewam dikin. Em wekî YPJ diyar dikin ku di her gavê de xeta me ya sereke parastina destkeftiyên gelê me û mafên rewa yên jinan e. Encamên van nîqaşan dê di demên pêş de bi zelalî ji raya giştî re werin ragihandin. Fermandariya Giştî Ya (YPJ)ê 20/10/2026 #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22395 ypjrojava.net/ar/?p=24487 ypjrojava.net/en/?p=24004
26
Hêza jinê, hêza jiyanê ye. #ypj #YPG #DefendRojava
1
15
119
2,310
Rêya YPJ’ê rêya rûmet û azadiyê ye. #ypj #YPG #DefendRojava
2
24
2
171
3,315
Ev kiryara li ser wêneyên şehîdan li dijî nirxên me ye KOBANÊ – Edlê Bekir li hemberî êrişên ku li taxa Xwêran a Hesekê li ser wêneyên şehîdan pêk tên bertek nîşan da. Edlê Bekir got: "Em wek gelê Kobanê vê kiryara li ser wêneyên şehîdan şermezar dikin. Şehîdên me ji bo me nirx in, rûmeta me ne, ronahiya çavên welat û axa me ne. Em îro bi xwîna şehîdan li ser piyan e." 'Ev kiryar li dijî jinan e' Edlê Bekir wiha domand: "Êrişa ku îro li ser wêneyên şehîdan tê kirin, di rastiyê de êrişa li ser jinan e. Ev kiryar şîroveyeke cuda hilnagire, kiryareke li dijî hemû nirxên me ye. Em vê kiryarê şermezar dikin, em li hemberî bêdeng namînin û qebûl nakin." 'Kezî sembola têkoşîna me ye' Edlê Bekir bal kişand ser wateya keziyê û got: "Îro destdirêjî li ser keziyên me tê kirin. Bila dewlet vê baş bizanibe, ev kezî sembola me ne. Ew keziyên ku dinyayê ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar kirin, keziyên şervanên me bûn. Hêza ku dawî li hovîtiya DAIŞ'ê anî YPJ bû." 'Em ê têkoşînê mezintir bikin' Edlê Bekir di dawiyê de got: "Peyama min ewe ku kes li hemberî vê kiryarê bêdeng nemîne. Em xwediyê bi hezaran şehîdan in û tu kes nikare pêşî li têkoşîna me bigire. Em ê wek jin, wek dayikên şehîdan têkoşîna xwe hîn xurtir bikin." #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22391 ypjrojava.net/ar/?p=24482 ypjrojava.net/en/?p=24000
1
9
65
1,074
YPJ ne tenê artêş e, felsefeya azadiyê ye. #ypj #YPG #DefendRojava
1
26
2
185
2,603
YPJ’ê nîşana vîna azad a jinê ye #ypj #YPG #DefendRojava
3
25
1
181
2,705
Malbatên Şehîdan ên Kobanê: Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin KOBANÊ – Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Rodîn Mihemed bertek nîşanî êrişên li ser wêneyên şehîdan ên li Hesekê da û got: Em vê bêrêziyê qebûl nakin. Rodîn Mihemed diyar kir ku ev çend roj in li taxa Xwêran a Hesekê hin kes bi awayekî bi zanebûn tevlîheviyê derdixin û êrişî wêneyên şehîdan dikin. 'Ev êriş li dijî hemû gelan e' Rodîn Mihemed wiha axivî: "Ev şehîd ji bo azadiya axa Sûriyê û ji bo parastina hemû gelan ji komkujiyê canê xwe feda kirin. Destdirêjîkirina li ser wêneyên wan ne tenê destdirêjiya li ser malbatên wan e, destdirêjiya li ser hemû nirxên me ye. Ev bi eşkereyî binpêkirina hiqûqê ye. "'Armanc têkbirina pêvajoya entegrasyonê ye' Mihemed destnîşan kir ku armanca van êrişan têkbirina pêvajoya entegrasyona Sûriyê ye û wiha domand: "Ev bêrêzî wê rê li ber avakirina Sûriyeke hevbeş nagire? Berevajî vê, ev kiryar hewldana astengkirina entegrasyonê ye. Divê dewleta Sûriyê van êrişan bibîne, pêşî li xerabkariyan bigire û hesab ji berpirsiyaran bixwaze." 'Em ê bibin şopdarên riya wan' Rodîn Mihemed peyama xwe wiha bi dawî kir: "Divê Sûriyeke demokratîk û azad bi destê hemû neteweyan bi hev re were avakirin. Em weke dayîkên dibêjin, em ê heta dawiyê şopdarên riya şehîdên xwe bin. Şehîd namirin." #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22388 ypjrojava.net/ar/?p=24479 ypjrojava.net/en/?p=2399
1
12
1
58
1,076
JI BO RAYA GIŞTÎ Di van demên dawî de, li dijî nirxên herî pîroz ên gelê me û şoreşa me hewldanên qirêj û êrîşên ku sûret û pîroziya şehîdên me dikin armanc tên kirin. Ev êrîşên ku rasterast rûmeta şehîdên me dikin hedef, di serî de li dijî hemû pîvanên mirovahiyê, hişmendiya ehlaqî û xetên sor ên wijdanê civakê ne. Şehîdên me nasname, rûmet û nirxên herî pîroz ên hebûna me ne. Kesên ku li beramberî îrade û berxwedana jinên azad têk çûne, îro bi rêbazên nemirovane û li dervayî ehlaqê mirovahiyê êrîşî şehîdên me dikin. Ev dîmenên bêehlaq û kiryarên qirêj bi tu awayî ne layiqî gelê me û welatê me ne; ev êrîş êrîşeke rasterast in li ser rûmet û nirxên hevpar ên tevahiya civaka me. Weke Fermandariya Giştî ya YPJ’ê, em bang li Hukûmeta Şamê dikin ku berpirsiyariya xwe bîne cih, li hemberî van kiryarên nemirovane tavilê bikeve nav tevgerê û bi awayekî herî tund hesab ji van êrîşkaran bixwaze. Raya giştî û hemû alî bila baş bizanibin ku em weke YPJ’ê li hemberî van êrîşan bi tu awayî bêdeng namînin û tu êrîşên li ser pîroziya şehîdên me bê bersiv û bê hesab namînin. Di vê çarçoveyê de, em bang li hemû gelê me yê welatparêz, bi taybetî jin û ciwanan dikin ku li dijî van şerên derûnî hişyar bin, li hemberî van dîmenên bêehlaq helwesteke xurt nîşan bidin, rûmeta xwe biparêzin û bi biryardarî xwedî li xeta şehîdan derkevin. Em ê heta dawiyê xwedî li berdêl, rûmet û nasnameya şehîdên xwe derkevin. Fermandariya Giştî ya YPJ 14.10.2026 #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22385 ypjrojava.net/ar/?p=24476 ypjrojava.net/en/?p=23994
3
17
1
80
1,789
Daxuyaniya Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ruksen Mihemed Di çarçoveya bûyerên dawî yên ku li parêzgeha Hesekê diqewimin de, komên derveyî qanûnê kiryarên xirab pêk anîn û êrîşî sembol û wêneyên şehîdên me kirin. Wêne hatin qetandin û destdirêjî li wan hat kirin. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û red dikin. Ev kiryarên bêexlaqî êrîş li dijî bîranîn û hestên me, û binpêkirina nirxên mirovî û neteweyî ne ku şehîdên me bi fedakariyên xwe yên mezin nîşan dane. Şehîdên me sembolên têkoşîn, rûmet û azadiyê ne. Wan canê xwe ji bo parastina axê, dadmendiyê û wekheviya di navbera zayendan de feda kirine. Fedakariyên wan dê her tim di bîranîna gelê me de bijîn. Em tekez dikin ku êrîşkirina li ser sembolên şehîdan, êrîşkirin e li ser her jinekê ku ji bo azadî û mafên xwe yên rewa têkoşiyaye. Ev sûcekî exlaqî û neteweyî ye ku tu hincetek nikare wê rewa bike. Ji ber vê yekê, em bang li Hikûmeta Sûriyê, bi taybetî li Parêzgeriya Hesekê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li herêmê, dikin ku berpirsiyariya xwe pêk bînin, sûcdarên van êrîşan ceza bikin û gavên pêwîst bavêjin da ku rê li ber dubarebûna van kiryaran bê girtin. Herwiha em tekez dikin ku cezakirina sûcdarên van êrîşan dê pîvaneke rastîn be ji bo nîşandana asta cidiyetê di pêvajoya entegrasyonê de, û asta pabendbûna bi misogerkirina mafan, rêzgirtina nirx û prensîbên hevpar, parastina rûmeta jinê û fedakariyên şehîdan. Em diyar dikin ku ev êrîş dê me ji berdewamkirina têkoşîna xwe û parastina maf, rûmet û azadiya jinê, û parastina mîras û fedakariyên şehîdên me, paşve nexin. Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ruksen Mihemed 13.10.2026 #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22381 ypjrojava.net/ar/?p=24473 ypjrojava.net/en/?p=23991
8
23
130
1,911
YPJ'ê hêza parastina jinan e #ypj #YPG #DefendRojava
4
22
1
206
3,178
Şandeya Jinan a Bakûrê Kurdistanê, serdana YPJ’ê Kir #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22358 ypjrojava.net/ar/?p=24449 ypjrojava.net/en/?p=23964
1
24
157
3,013