Nivîsa min "Şopên Kurd li Swîsreyê: Ji Cenevreyê Heta Lozanê" ku bi kurdî derketibû niha jî di Kovara Dîroka Kurd de bi wergera Behîce Ferîde Demîr bi tirkî hat weşandin (nr 61/2026). Wêne: Doktorên kurd Ishak Sukuti, Abdullah Cevdet li Cenevreyê, gorên Zaza û Vanlî li Lozanê.
Rojnameya kurdî Rêya Teze ji bo 100 saliya bûyîna kompozîtor, etnomuzîkologê ermenî Komitas (1869-1935) hejmareke taybetî ya gelek xweşik amade kiriye (22-11-1969). Komitas di warê berhevkirin û danasîna mûzîka kurdî de jî kar kiriye (Awazên kurdî, 1903). Li jêr rûp.1, 3).
Ev pirtûka min ya bi navê Ronahîya Dîrokê di sala 2008an de li Swêdê hatiye weşandin (Aran, 345 rûpel). Pirtûk ji 19 nivîsên min pêk hatiye û ev nivîs berê di hin kovar û malperên kurdî de derketine. Li jêr bergê pirtûkê û rûpelê naveroka wê pêşkêşî we dikim.
Dema Cegerxwîn wefat kiriye (1984) û cenazeyê wî şandine welêt, rojnamevana swêdî Elin Clason nivîsek li ser wî weşaniye: "Şaîr vedigere çîyayên xwe" (Aftonbladet, 12-3-1984). Divê em dîyar bikin ku vê rojnamevana dosta kurdan Elin Clasonê jî berî mehekê wefat kir (14-9- 2026).
Îsal li ser koça helbestvan Şikoyê Hesen (1928-1976) re 50 sal derbas dibe. Helbesta wî "Zimanê Kurdî" wisa deng veda ku îro li hemû Kurdistanê wek marşa zimanê kurdî tê zanîn: "...Beyta Feqî ye/Sewta Xanî ye/Zimanê kurdî..." Şiko vê carê li Hewlêrê bû:
youtube.com/watch?v=hpHybq6t…
Keça min a piçûk dema diçe gerê ji min dipirse "Ji te re çi bînim?" Ez jî dibêm: "Fîgureke ajalan..." Çend dîyariyên ku wê heta niha bo min anîne li rastê rêz bûne. Vê carê jî xezalokeke xweşik û şirîn anî (li çepê, ser masê), lê ev xezalok pir tenbel e, ji cîhê xwe qet ranabe!
Nusxeyeke pir kevin a destana kurdî Mem û Zînê bi edîtoriya Yakup Aykaç ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê hat weşandin. Nusxe ji aliyê kesê bi navê Selim hatiye zêdekirin (1769). Berhemê çend dest guhartine û bi gereke dirêj heta Qudsê çûye. Wêneyek ji nusxeyê (li rastê)
Di vê nivîsê de balê dikşînim ser kurdên Sariqamişê, malbateke kurd. Pirtûkeke bîranînan û romanekê didim nasîn. Îbrahîm Gurbuz qala malbata xwe, Azad Sagniç jî bi roman qala heman malbatê dike. Nivîs di malpera kovarabir.com de derket:
kovarabir.com/1453/sarikamis…
Cemal Alemdar ku sala 1965an hatiye Swêdê duh li Pirtûkxana Kurdî li Stockholmê pirtûka xwe ya bîranînan da nasîn. Berî Alemdar hersê zarokên wî yên ku pirtûk berê xwendibûn li ser van bîranînan peyivîn, keça wî Şirînê gotinên xwe wiha qedand: "Ez niha bavê xwe baştir nas dikim"
Albûma bi navê "Nimûneyên Kultura Medenî ya Kurdî" (Ji Mûzeya Neteweyî ya Gurcistanê) di sala 2007an de hatiye weşandin) Ev çavkaniya giring gelek nimûneyên çanda kurdî bi gotin û bi wêne (bi zimanên kurdî, gurcî, îngîlîzî û rûsî) yek bi yek dide nasandin (119 rûpel).
Di albûma "Nimûneyên Kultura Medenî ya Kurdî" de bi dehan wêneyên etnograf û modezanê alman Max Tilke (1869-1942) jî cîh girtine, ew li Rûsyayê rastî modelên kurd hatiye, tişt berhev kirine û wêneyên wan çêkiriye. Li çep Max Tilke û li rast elementên jin û zarokên kurd.
Ew motîva xezalan ku Şerefnaz Xanimê berî 65 salan li ser rûyê belgiyekî çêkiriye, li ser kêla gora wê jî cîh girtiye. Şerefnaz li paytextê Swêdê, Sockholmê wefat dike (2015). Dengê wê jî xweş bû. Motîvên çandî û neteweyî pir caran wek rojê... kêlên gorên kurdan jî dixemilînin.
Hin nexşên fauna û flora herêma Muşê li ser balgiyên razanê. Ev xemlan berî 65 salan ji aliyê Şerefnaz Xanimê de bi destan li ser qumaş bi ta û derziyê hatine çêkirin. Tiştekî balkêş jî heman motîfa xezalan li ser kêla gora wê jî cîh girtiye (Wê di sala 2015an de wefat kiriye).
Hin caran ez û bavê xwe li ser rewşa dinyayê disekinîn. Dema em xort bûn xwîna me hevraz davît. Min digo: "Bavo em şorişger in, em ê dinyayê biguhirînin". Bavê min ji van gotinên gir tiştek fam nedikir û bersîva wî jî dereng nedima, digo: "Kuro, dinya mayî jî tu ê xerab bikî!"
Nivîsa min ya bi navê "Seîdî Kurdî-Serhatiyeke Jibîrbûnê" (Unutulmuşluğun Bir Öyküsü: Said-i Kürdi) berî 35 salan di kovara Bergeh de (nr 4/1991) derket. Nivîsê û navê wê bal kişande ser kurdbûna wî. Seîd di nivîsê de wek welatparêzekî kurd dihate nasandin.
Nivîskar û berhevkarê zargotina kurdî Nîhat Öner xebateke nû weşand "Efsaneyên Devera Agirî û Îdirê" (Pêşgotin: Kenan Subaşı, Nûbihar, 2026). Perçên wek "Ruhê Ahmedê Xanî" û "Cemîla Hirç" ...balkêş in. Cemîle zarokek e ku dema Komkujiya Zîlanê de di nav hirçan de mezin bûye.
Wênegira swêdî ya navdar Ann Eriksson, qasî 25 salan li Kurdistanê (bakur, başûr û rojhilat) geriyaye û bi sedan wêne girtiye. Paşê beşek ji wênan bi tekstên swêdî û kurdî weşandiye (Almlöfs Förlag, 2001, 172 rûpel, wergera kurdî: Mistefa Aydogan). Wêneyê jêr ji Kurdistana Bakur.
Şopînerê me Robin @kurdlov246 di binê twîta jêrîn, beşa bersîvan de "Destxweş! Lê bawer im ew wêne ne yê Celîlê Celîl e!" û "Yan jî dibe wêne pir pir kevin be ku nayê naskirin!" dibêje. Li jêr orjînala wêne xuya dike: Ez û Celîlê Celîl li Stockholmê (1990).



































